Koma Mizgin - Mesut Tu Guli

Lê wusa tu li min çi dikî
Derda li min zêde dikî
Birîna dilê min ve dikî
Emrê mayî talan dikî

Tu gul î ez bilbilê te me
Tu Zîn î ez Mem ê te me
Heta sa(l)x bim li dunya yê
Tu ya min î ez yê te me

Min go ez aşiq ê te me
Hayrana wan çavên te me
Yar ez ji ber evîn a te
Dilê min bi kul û xem e

Tu gul î ez bilbilê te me
Tu Zîn î ez Mem ê te me
Heta sa(l)x bim li dunya yê
Tu ya min î ez yê te me

Pirr dixwazim tu ya min bî
Şahiya vî dil ê min bî
Her û (ber) her bi min (re) bijî
Hevala jiyan a min bî

Tu gul î ez bilbilê te me
Tu Zîn î ez Mem ê te me
Heta sa(l)x bim li dunya yê
Tu ya min î ez yê te me

Yorum Gönder

Yorumlarınız seviyeli olmalı.

Daha yeni Daha eski